Perwîn Bûldan: Kongreya PKK'ê hat lidarxistin, Niha dora Erdogan e
Endameka şanda Îmraliyê ya girêdayî DEM partiyê kongreya dawî ya PKK`ê wekî bûyerek dîrokî bi nav kir û got ku niha dora hikûmeta Tirkiyê ye.
Pervîn Bûldan kongreya vê dawiyê ya PKK`ê wekî pêngaveke dîrokî bi nav kir û got ku gişt dizanîn ku Tirkiyê hewcetî bi kongireyên bi vî rengî heye ji bo sazîkirina aştî û demokrasiyê li Tirkiyê.
Bûldanê got: Niha ku PKK`ê ragehandiye kongreya xwe li dar xistiye, em vê yekê wekî nîşanek baş dibînin. Niha em dikarin gavên rastîn ber bi aştiyê ve bavêjin û li benda alûgorên dîrokî di pêşeroja nêzîk de bin.
Di heman demê de, hate ragihandin ku ji Hezîrana 2015`an heta destpêka 2025`an, di encama şer û pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKK`ê de zêdetirî 7 hezar leşker, sivîl û endamên PKK`ê hatine kuştin.