Tevî agirbesta PKK’ê Tirkiyê hezaran carî êrîş kiriye
Li gorî amaran, ji roja ragihandina agirbesta PKK’ê heta niha artêşa Tirkiyê 23 hezar û 369 êrîş li dijî endamên wê pêk anîne.
Li gorî amaran, di meha Adarê de hêzên Tirkiyê 9 caran bi çekên qedexe, 9 caran bi dronan, 169 caran bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopteran û 11 hezar û 289 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êrîşî endamên PKK’ê kirine.
Çavkaniyên ser bi PKKê îdiya kirine di meha Nîsanê de artêşa Tirka 7 caran bi çekên kîmyewî, bombeyên fosforê û teqemeniyên qedexe, 76 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopteran, 2 caran bi dronan û 9 hezar û 693 caran jî bi çekên giran, top û obûsan êrişî qadên endamên PKK’ê hatiye kirin.
Di vî halî serokomarê Tirkiyê derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê got, “PKK dê îro yan sibê çekan deyne, piştre dê pêvajoyeke nû, serdemeke nû ji bo me tevan dest pê bike.