May 02, 2025 16:23 Asia/Tehran
  • 35 gumanbarên têkiliya bi DAIŞ`ê re li Tirkiyê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 35 gumnabarên têkiliya bi Koma Terorîst a DAIŞ`ê li 4 parêzgehên vî welatî girtin.

Wezareta karên hundur a Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekî ragihand anegorî hikmê dozgeriya Izmîrê ji bo girtina 45 gumanbarên peywendiya bi Koma Terorîst a DAIŞ`ê re, hêzên ewlehiyê şeva buhurî di operasiyoneka hevpar li parêzgehên Izmîr, Edene, Osmaniye û Manîsayê de 35 gumanbarên DAIŞ`î girtin û operasiyona ji bo girtina 9 gumanbarên din berdewam e.

Li gorî vê daxuyaniyê ev kesane bi navçeyên pevçûnê yên li Sûriye û Iraqê re di têkiliyê de bûne û ji bilî wergirtina endaman û alîkariyên pereyî, di torên civakî de ji bo koam Terorîst a DAIŞ`ê teblîx dikirin. Herwiha ji weşartgeha kesên ku hatine girtin, çend çek û gelek belge hatine zevtkirin.

Serepeyv