Di 2024’an a binpêkirina mafên mirovî li zîndanên Tirkiyê berfirehtir bûye
Nîsan 25, 2025 15:30 Asia/Tehran
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan ya Diyarbekirê, rapora sala 2024’an a binpêkirinên ku li deverên Kurdnişîn ên Tirkiyê ragihand.
Di raporê de, behsa binpêkrina mafê jiyanê, mafên bingehîn ên mirovî li qadên jiyanê û girtîgehan de hatiye kirin û hat ragehandin ku di sala 2024’an de, herî zêde binpêkirin di girtîgehên Tirka de zêde bûne û 3 kes di encama êrişên hêzên ewlehiya Tirkiyê de hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne, dîsa 4 endamen hêza ewlehiyê bi awayekî şikbar jiyana xwe ji dest dane. Di encama êrişan de 3 rêberên partiyên siyasî jiyana xwe ji dest dane.