Erdheja li Istenbolê û bandorên wê ser atmosfera sîyasî ya nava Tirkîyê
Hevgavê dilnigeranbûna tund a gelê Tirkîyê ji ber erdheja vê dawîyê ku li Istenbolê û derdorê qewimî, Serokomarê Tirkîyê hişyarî da ku rê nade mijara erdhejê û tirsa ji dûhatên wê, bibe hecet û mehaneyeke sîyasî û hizbî.
Ev hişyarîdayîna Erdogan bersiveke zelal hibmer rexnekir û neyarên wî ye ku dibêjin: Hikûmetê ne tenê ji erdhejên berê ibret wernegirtîye û amade jî nnîe, belkî bi awayekî kivş û zelal li Istenbolê, şaşitîyên mezin kirîye û zilim li gel kirîye.
Nika rexnekerên hikûmeta AKPê dibêjin ku gellek erdên istiratejîk ên Istenbolê ku ji bo roja pêwîst hatibûn wêdadanîn û biryar bû bibin cîyê sitirandina mezdûrên erdhejê, ser xêra AKPê hatine firotin û nika li wan cîyana pasaj û navendên ticaretê hatine avakirin.
Gelê Tirkîyê bi dû erdheja vê dawîyê û nekarabûna hikûmetê himber bûyerên xwezayî û nişkêveyî careka din gellekî dilnigeran bûye û di vî halî da Erdogan pêgirîyê ser pêwîstîya qehîmkirina avahîyan li Tirkîyê dike, lê rastî ev e ku ji bo qehîmkirin û restorekirina avahîyan bi dehan milyard dolar bûce pêwîst e û hikûmeta Erdogan tûşî qeyraneke aborî ya kûr bûye û nikare karekî di beşa avahîyan da bike.
Ser vî esasî çavdêr û şareza pêşbînî dikin ku erdhejeke giran li Istenbolê dikare bandoreke giran li hevkêşîyên sîyasî li Tirkîyê bike û dûhatên wê dikare heta ji yên erdheja Qahreman Maraşê jî berfiretir bin, ji ber ku ev metropola 18 milyon kesî, dilê abor û geştyarîya Tirkîyê ye û heke tûşî qeyran û xopanîyê bibe, yê sîyaset û hikûmeta AKPê pêrgî qeyraneke kûr bike.