Erdogan dozek dijî Serokê CHPê vekir
Nîsan 09, 2025 17:20 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê dozek dijî Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a vî welatî vekir.
Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê bi rêya parêzerê xwe dozewk dijî Ozgur Ozel Serokê CHP li Serdozgerîya Enqerê vekir. Ozel roja yekşemê di kongireya CHPê da Erdogan darbekar bi nav kiribû.
Ozel di Kongireya Awarte ya CHPê da ku ji bo hilbijartina serokê vê partîyê hat lidarxistin, got: Tirkîye ji hêla darbekarekî va tê birêvebirin ku ji hilbijartin, reqîb û gelê xwe ditirse. Dema wê hatîye ku ew darbekar ji rêyên demokiratîk were jinavbirin.