Nîsan 09, 2025 16:56 Asia/Tehran
  • Dema hevdîtina desteya DEM Partîyê û Erdogan hat destnîşankirin

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîb Erdogan ragihand ku ew dê sibe bi Şandeya DEM Partiyê re bicive

Serokomarê Tirkîyê ku ji bo koma partîya xwe ya meclisê diaxivî, Li ser hevîdîtina çaverêkirî ya bi Şandeya DEM Partiyê re wiha axivî:Em dê sibe şandeya DEM Partiyê qebûl bikin û îradeya xwe ya gihîştina armanca Tirkiyeya bê teror piştrast bikin."Ji hêla din va, Heyeteke DEM Partiyê çû Rûsyayê û tev berpirsên ûris li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gotûbêj kir.Şandeya DEM Partiyê, li Dumaya Rûsyayê tev endamên Komîteya Pêwendiyên Derve û Komîteya Siyasetên Herêmî û Rêveberiyên Herêmî bi awayê cuda hevdîtin pêk anîn.Hevdîtin û civînên şanda DEM Partiyê yên li Rûsyayê dê heta 11ê Nîsanê berdewam bikin

Serepeyv