Nîsan 07, 2025 17:15 Asia/Tehran
  • Yênî Şefeq: Erdogan stratejiyeke nû ji bo pirsgirêka Kurdan diyar kir

Serokomarê Tirkiyê dixweze ku kivşkirina stratejiya nû ji bo pirsgirêka kurdan û dûhatên wê yên siyasî bi serokên Partiya Dad û Geşepêdanê re bixe ber behs û nîqaşê.

Rojnameya Yêni Şefeq  alîgirê  hikûmeta Enqerê îro nivîsî Receb Teyib Erdogan dê di rojên pêşber de  bibe mazûvanê şandeke siyasetmedarên kurd ên Tirkiyê ku pêştir bi rêberê PKKê Ebdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

Li gorî nivîsa vê rojnameyê, ji wan mijarên girîng ku di vê hevdîtinê de ser yê  bêne behskirin,hevdîtina Erdogan bi rayedarên partiya deshilatdar re ye ku hukûmet ji bo bidestxistina armanca Tirkiya bêyî terorîzmê dike.

Biryar e Erdogan di hevdîtina  ligel şandeke  DEM partiyê, hûrgiliyên civîna xwe ya dahatû ligel rayedarên partiya desthilatdar û dûhatên siyasî yên muhtemel ên çareserkirina pirsgirêka Kurdan gotûbêj bike û stratejiyeke nû di vê derbarê de diyar bike.

Serepeyv