Endamekî KCKê hişyarî da û peyamek jî da Tirkîyê
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand: Heta dema êrişên Tirkîyê ser wan berdewam bin, ew Kongireya Xwe-hilweşandinê li dar naxin û hişyarî da û got: Heke gav di çaçrova demajoyê da neyên avêtin, ew nikarin wiha rawestin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê derbarê pêvajoya çareseriyê de got, "Mixabin desthilata niha, di vê mijarê de hîn gaveke girîng neavêtiye."
Mistefa Qeresû endamê Konseya Birêvebir a KCKê derbara demajoya nû ya aştîyê da ragihand: Ji bo ku PKK bikaribe kongireya xwe-hilweşandinê li dar bixe, pêwîst e ku Tirkîye êrişên ser PKKê rawestîne û Ebdullah Ocalan xwe ewê kongireyê bi rê ve bibe. Qeresû herwiha pêwîst zanî ku hikûmet gotinên xwe têkildarî demajoya da pêk bîne û parliman jî vê demajoyê bixe çaçroveke qanûnî da, çimik heke gav di vê demajoyê da neyên rakirin, ew nikarin bi rewşa nika rawestin.
Malpera Haberturkê jî di raporekê da ragihand ku çav li rê ye kongireya PKKê ya ji bo çekdanînê di meha Nîsanê da were lidarxistin û berî wê jî Desteya DEM Partîyê ya taybet bi Îmralîyê jî yê bi Erdogan ra bicive û ji bo vê meremê jî dezgeha serokomartîya Tirkîyê yê di çend rojên bê da demekê ji bo wê hevdîtina DEM Partîyê û Erdogan destnîşan bike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Hatîmogullari anî ziman ku desthilatê, li hemberî banga Serokê PKKyê Abdullah Ocalan ti gav neavêtiye û wiha got:
"Me çend caran anî ziman ku em piştevaniya bangê dikin. Mixabin desthilata heyî, di vê mijarê de hîn gaveke girîng neavêtiye. divê li parlementoyê komîsyonek were avakirin û got: Gelekî girîng e ku li Parlamentoyê gavên berbiçav bên avêtin û bi lez komîsyoneke ku karibe biryarên hevpar bigire bê avakirin.