Ozgur Ozel careka din wek Serokê CHPê hat hilbijartin
Nîsan 06, 2025 14:03 Asia/Tehran
Ozgur Ozel Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) ya Tirkyê careka din wek Serokê vê partîyê hat hilbijartin.
Di 21emîn Kongira Awarte ya CHPê da, Ozgur Ozel bi bidestxistina hezar û 171 dengî wek serokê vê partîyê hat hilbijartin.
Ozgur Ozel di vê kongirê da pêgirî ser berdewamkirina kombûnên piştgirîya ji Ekrem Imamoglu şaredarê desteserkirî yê Istenbolê û kandîdê serokomartîyê kir û xwest ku hilbijartina zûdem were lidarxistin.