Bahoza nerazîbûnên gelanî, wer tê xûyanê serdema Erdogan û AKP’ê bi dawî bûye
Nerazîbûnên seranserî û yekitiya bêmînak a opozisyonê piştî girtina Ekrem Îmamoglû, paşeroja siyasî ya Erdogan xiste rewşa herî qeyranî ya serdema desthilatdariya wî.
Receb Teyib Erdogan û partiya wî AKP di dereqa 23 salan desthilatdariya li Tirkiyê rêyeke pir metirsîdar derbas kirine lê alûgurên vê dawiyê û girtina şaredarê Stenbolê û tepeserkirina dijberan , nîşan da ku Erdogan îro rojê zêdetir ji her demekê ber bi yekdestdariya hêz û dîktatoriyê ve dimeşe.
Serdema îqtidarxwzaiya Erdogan piştî derbeya bê encam ya sala 2016an dest pê kir, ku tê de gelek dijberên wî yên siyasî bi tawana desthebûna li darbeyê hatin wêdebirin.
Erdogan piştî derbeyê bi palpiştiya dezgehên îstixbaratê siyaseteke derveyî ya êrişkar û alozçêker meşand ku mînaka wê jî zêdekirina êrişan ser Iraq û Sûriyê û piştgiriya Tirkiyê ji Komara Azerbaycanê di şerê Qerebaxê yê duyem de û li dijî Ermenistanê bû. Ev siyaseta Erdogan berdêlên giran dan aboriya Tirkiyê.
Di dawiyê de, girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û kesayetiyekî navdar ê CHP, bi tawana gendeliyê, qeyrana siyasî ya herî mezin ji bo Erdogan pêk anî, û pêleke berfireh a nerazîbûnan a sivîl û gelanî li seranserî Tirkiyê pêk anî û rasterast rewatiya hikûmeta Erdogan xist ber şik û gumanan. Qeyrana niha li Tirkiyê bûye sedema yekîtiya bêmînak a partiyên muxalefetê li dijî Erdogan û zextên navneteweyî li ser wî zêde kirin.
Niha Partiya Dad û Geşepêdanê di parlemanê de di rewşa herî lawaz de ye.
Dewama nêrîna serkutkerane ya Erdogan li himber mûxalefetê û negihîştina encamên baş li dosiyên hestyar û girîng ên weke pirsgirêka Kurdan, ne tenê wê krîza rewabûna wî kûrtir dike, belku dikare bingehên pergala desthilatdar a ku wî di li du dehekan de ava kiriye jî bihejîne û ji nav bibe.