Kurd li Tirkîyê derheq demajoya aştîyê biguman in
Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku hevpeyvîna digel 20 kesayetî û sîyasetvanên kurd nîşan dide ku guman ji hêvîyê derheq demajoya aştîyê li Tirkîyê zêdetir in, eva jî di halekî da ye ku serkutkirina partîyên opozosyonê û girtina nişkêvayî ya Ekrem Imamoglu bû sedema berfiretirîn nerazîbûna di zêde ji 10 salên buhurî da.
Çengîz Çandar parlimanterê DEM Partîyê li parlimana Tirkîyê ku ji destpêka dehsalîya 90î va têkilîyeke nêzîk bi meseleya kurdan ra heye, dema ku hewlên destpêkê yên ji bo pêkannîa aştîyê bê encam man, dibêje: Em derbasî nav meydana mînê dibin. Dikare ji rê derkeve û bi têkçûnê bi dawî were. Renge ev yeka biqewime. DEM Partîyê 3 caran bi Ocalan ra li girava Îmralîyê ku ketîye başûra Istenbolê, hevdîtin pêk anî, lê Enqwerê ti nexşerêyek ji bo çaksazîyan raber nekirîye. Serokomarê Tirkîyê bersiva pirsên di vê raporê da nedaye û berpirsyarên AKPê dibêjin ku nirxandina demajoya aştîyê têkilî bi Serokomar va heye. Erdogan jî piştî banga Ocalan a pêkannîa aştîyê got: Demokirasî di sîyasetê da bi awayekî asayî piştî çekdanînê berfire dibe.
Dewlet Bagçelî Serokê MHPê jî dibêje: Divê PKK bi hemî alîyên ser bi wê va, were hilweşandin û bi vê yekê jî dê rojeke nû li Tirkîyê hilbê. Dewlet Bagçelî di axavtinekê da basa vê yekê kirîye`` Armanca ``Tirkîyeya bêyî teror kêm maye ku bibe rastî, yekitîya netewî li Tirkîyê tê sazkirin û aştî û istiqrar dibe babeteke hertimî, jîyaneke sîyasî û civakî ya nû li welêt pêk tê.``