Rêberê Opozosyona Tirkîyê: Em dê her hefte li meydanan bin
Hevgavê tundbûna nerazîbûnên hibmer sîyaset û kiryarên Erdogan li Tirkîyê, Serokê CHPê wek partîya sereke ya opozosyonê ragihand ku wan dil heye her hefte li Istenbolê kom bibin.
Ozgur Ozel Serokê CHPê ragihand ku vê partîyê dil heye her hefte li Istenbolê û hemî parêzgehên Tirkîyê kombûnan li dar bixe.
Ozgur Ozel piştî mîtînga berfire ya neyarên Erdogan li Maltepeya Istenbolê, li şebekeya civakî ya X`ê ragihand: Ev, teze destpêka karê me ye. Ji vir pê va, em ê di dawîya her hefteyê da li parêzgehekê û her çareşemê jî li navçeyeke Istenbolê li meydanan bin.
Ozel careka din piştgirî da Ekrem Imamoglu Şaredarê desteserbûyî yê Istenbolê û xwest ku hilbijartina pêşwext a serokomartîyê were lidarxistin û got ku kempêynek ji bo komkirina wajoyan bi merema daxwaza lidarxistina hilbijartina pêşwext û azadkirina Imamoglu dest pê bûye.