Adar 29, 2025 18:19 Asia/Tehran

Bi sedan hezar welatîyên tirkîyeyî bi nîşana piştgirîya ji Ekrem Imamoglu şaredarê desteserkirî yê vî şarî daketin kolanan.

Bi sedan hezar welatîyên tirkîyeyî bi nîşana piştgirîya ji Ekrem Imamoglu şaredarê desteserkirî yê vî şarî li Taxa Maltepe ya vî şarî kom bûn û xwestin ku Erdogan ji hikûmetê wêda here.

Çavkanîyên nûçeyan dibêjin ku ev kombûn, mezintirîn nerazîbûna gelanî li Tirkîyê di çend dehsalîyên vê dawîyê da ye. Malbata Ekrem Imamoglu jî tevlî nerazîyan bû; dayîk û hevsera Imamoglu ji gel xwestin ku têkoşîna ji bo Tirkîyê bidomînin.

Di vê kombûnê da, nameya ku Ekrem Imamoglu ji girtîgeha Mermereyê bo vê kombûna nerazîbûnê hatibû şandin, hat xwendin û Imamoglu di vê nameyê da gotibû ku Erdogan bi hev pêngava dijî min radike, nîşan dide ji hilbijartinê direve û ji reqîbê xwe ditirse. Dîwarên hepsê ti girîngatîyek ji bo min tinene, ji ber ku min ti sûcek nekirîye. Di vê dosîya sexte da, kesê ku divê xwe beraet bike, ne ez im.

Serokê ÇIqa Istenbolê ya CHPê jî di vê kombûna berfire da got ku hikûmeta Erdogan hewil daye pêşîya vê kombûnê bigire. Wî ber bi Erdogan got: ``Lê binêr, te got xwenîşandan qedexe ye, lê her şev bi milyonan kes kom dibin. Ew hemî ne endamê CHPê ne, belkî hemî dijî sîîyaseta te ya tepeserkirinê ne.``

Ozgur Ozel ber bi beşdarên vê kombûnê got: We siberoja Tirkîyê girtîye destê xwe. Hûn himber vê darbeyê disekinin û ji demokirasîya xwe berevanîyê dikin.

Bi dû girtina Ekrem Imamoglu Şaredarê Istenbolê û reqîbê sîyasî yê Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê, pêleke nerazîbûna gelanî li Tirkîyê bi rê ket.

Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê gotîye ku heta nika 2 hezar nerazîyê himber girtina Imamoglu, ji hêla hêzên emnî va hatine desteserkirin, lê çavkanîyên nûçeyan ên serbixwe dibêjin ku hejmara desteserbûyîyên di encama nerazîbûnên vê dawîyê li Tirkîyê da gllek zêdetir ji hejmar tê ragihandinê ye. 

 

Serepeyv