Adar 28, 2025 19:39 Asia/Tehran

Çavdêrên meseleyên sîyasî li Tirkîyê ser vê bawerê ne ku Erdogan ji bo domandina hikimdarîya xwe li vî welatî di dema mayî heta hilbijartina serokomartîya bê, bi planên nû hewil dide berî dengdanê, CHP wek reqîbê sereke yê AKP lawaz û asê bike.

Alugurên van rojana li Tirkîyê ji wan destpêbûna demajoya aştîya di navbera Erdogan û kurdên vî welatî da û desteserkirina Ekrem Imamoglu Şaredarê Istenbolê ku di eynî demê da yek ji kesayetîyên berbiçav û pillebilind ê CHPê ye, vê rastîyê ray didin ku Serokomarê Tirkîyê bi girtina reqîbê xwe yê sereke û perçekirina Hevalbendîya Millet, hewil dide ku CHP veguherîne partîyekê ku gotina wî qebûl bike û di bin kontroal wî da be ta ku bi vî awayî serdestbûna AKP li Tirkîyê di demeke dirêj da ganratî bike. Helbet hikûmeta Erdogan ji ber raya giştî ya Tirkîyê vê gavê dijî serdestbûna CHP li Istenbolê dernakeve, ji ber ku cîgirê Imamoglu kesekî din ji CHPê ye ku helbet çavdêr ser vê bawerê ne ku wî dil heye bêtifaqîyê bêxe di nav CHPê xwe da jî.

Ji hêla din va herçend ku lihevhatina di halê pêkhatinê ya di navbera hikûmeta Erdogan û kurdên Tirkîyê da, CHP xistîye rewşeke dijwar da, lê rastî ev ye ku partîyên sîyasî yên Tirkîyê û gelê vî welatî di çend salên buhurî da pêhesîyane ku Erdiogan ji ber berjewendîyên kesane yên xwe helwest û rêya xwe ya sîyasî diguherîne, lewma DEM Partîyê wek piştgirê CHPê, bêyî berçavgiritna nakokîyên nû di navbera wê û CHPê da, girtina Imamoglu wek êrişeke ser demokirasîyê zanîye û şermezar kirîye. 

Ji hêla din va, Hevalbendîya AKP- MHPê li parlimanê ne pirranî ye ku bikaribe qanûnekê ser xêra Erdoigan biguherîne, lewma li gorî ihtimalê armanca sereke ya Erdogan, yê lihevkirineke mezin digel DEM Partîyê be û DEM Partî jî divê dewsa alîkarîya bo qahîmkirina cî û desthilata AKPê,rastîyan berçav bigire û careka din dengderên kurd li Tirkîyê neke gorîyê sîyasetên Erdogan. 

 

Serepeyv