sermayedarên biyanî sermayeyên xwe ji Tirkiyê derdixin
Li gorî medyayê, Îmamoglu tam di heman demê de hatiye girtin ku çend komên darayî ji bo sermayesaziyê ji Wal Strîtê çûne Stenbolê û girêbestan îmze dikirin û bêguman rewşa piştî vê biryara hikûmeta Erdogan, bandoreke neyînî li ser aboriya Tirkiyê kiriye.
Aboriya qeyranlêketî ya Tirkiyê di van rojan da careke din tûşî şok û tevliheviyê bûye. Ji ber ku girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê, bi milyonan alîgirên wî ber bi kolanan kaş kiriye û di encamê de Tirkiye careke din rastî bêîstîqrarî û aloziyan ve hatiye û ev yeka bûye sedem ku Stenbol wekî dilê aborî yê Tirkiyê, rastî ziyaneke mezin a çend milyar dolaran ve bê. Roja girtina Îmamoglu bû roja ku sermayedar ji Tirkiyê revîn. Li gorî pisporên aboriyê, rewşa Mehmet Şîmşek, wezîrê darayî û berpirsê aboriya Tirkiyê jî, ji Îmamoglu xweştir nîne, ji ber ku plana wî ya dîplomatîk a 8 mehan a ji bo kişandina sermayedarên amerîkî û ewropî bo bazara Stenbolê têk çû.
Bilûmbergê di raporekê de ragihand, sibeha roja girtina Ekrem Îmamoglu, biryar bû Şîmşek bi bazirgan û sermayedarên amerîkî re girêbestek 45 milyar dolarî îmze bike, lê piştî girtina Îmamoglû her tişt têk çû. Civîna sermayedanerên Dowîçe Bankê ya Almanyayê li Stenbolê ji bo sermayedanîna li Tirkiyê jî têk çû û gelek sîndûqên sermayedanînê jî bi lez ji Stenbolê derketin. Kompaniya JP Morganê jî sibeha roja girtina Îmamoglu 11 milyar dolar sermayeya xwe ji Tirkiyê derxist! Zêdebûna nakokiyan li Tirkiyê di rewşekê de ye ku Wezîrê aborî yê Tirkiyêberî nika pêşbînî kiribû ku nirxê dolar li Tirkiyê di sala 2025`an de bigihîje 30 lîrê. Lê niha ev rêje gihîştiye 40 dolaran û aramiya pereyî ya Tirkiyê ne diyar e.