Adar 26, 2025 16:29 Asia/Tehran
  • Wêdadayîna serok û endamên taxima rêvebirê baroya Stenbolê

Piştî giliyê serdozgeriya Stenbolê, dadgehê biryara wêdadayîna serokê Baroya Stenbolê û endamên taxima rêveberiyê da.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya ku Baroyê desthilatdariyên xwe yên qanûnî bi awayekî neguncaw û sexte bikar aniye û bi rêya medya û çapemeniyê propagandaya rêxistinên terorê dike, tawanbar kir û hikmê wêdadayîna serokê baroyê, Îbrahîm Ozden Kaboglu û endamên taxima rêvebiriyê da.

Ev biryar rastî berteka nerênî ya parêzer û berpirsên siyasî yên navdar ve hat û careke din nîgeraniya li ser serxwebûna saziyên hiqûqî li Tirkiyê zêde kir û komek parêzer bi lidarxistina xwenîşandanekê nerazîbûna xwe ragihandin.

Serepeyv