Adar 25, 2025 18:20 Asia/Tehran

Girtina şaredarê Stenbolê. Ekrem Îmamoglû ji aliyê sîstima dadweriya Tirkiyê ve, pirsgirêkeka cidî ji bo desthilatdariya vî welatî pêk aniye ku çareserkirina wê bi çareserkirina mesela Kurdan û gotûbêjên aştiyê bi PKK`ê re tevlî hev bûne.

Erdogan û partiyên netewparêz ên hevgirtiyê wî, tevî hewldanên van çend dehekên buhurî ji bo berçavnegirtina kurdên vî welatî, ji nişkêve behsa biratiya Kurd û Tirkan li Tirkiyê û mafê beşdariya wan li birêvebirna karûbarên welêt dikin. Lê alûgorên çend rojên buhurî yanî girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û rikeberê sereke yê Erdogan di hilbijartinên tê yên serokomartiyê, kivş dike ku armanca sênariyoya sereke ya AKP û MHP`ê têkdana hevsengiya desthilatê di nava Tirkiyê de û tecrîda CHP`ê bûye ji ber ku ji dema hilbijartinên Mclisê di sala 2019`an de heta nika, CHP yanî partiya Ekrem Îmamoglû, hevgirtiyên kurdên Tirkiyê bûye. Bi berçavgirtina giranbûna pevçûnan û berfirehbûna xwenîşandana di navbera polîsê Tirkiyê û alîgirên Îmamoglû, du bijareyên muhtemel li bara çarenivîsa alogorên vê dawiyê yên Tirkiyê hene:

Îhtimala yekem: Eger Erdogan û hikûmeta Enqerê bikaribin bi hevhatina Ocalan di dahatiya nêz de, PKK`ê razî bikin ku kongirê li dar bixe û xwe hilweşîne û çekan dayîne û di nav welêt da jî parlimanterên Kurd ên DEM partiyê bi çiraya kesk a Ocalan, ji bo rêforma qanûnê tevlî hevgirtiyên AKP û MHP`ê bibin, DEM Partî di piratîkê de ji hevalbendiya CHP`ê derdikeve û opozosiyona Tirkiyê wê têk here û dibe ku Ekrem Îmamoglû wek Demirtaş û Ocalan bixwe, salên dirêj di hebsê de bimîne.

Îhtimala Duyem demekê xurt dibe ku xwenîşandanên li Tirkiyê girantir bibin û di rojên dahatî de jî berdewam bin. Pêkhatina pirsgirêkên ewlehî û siyasî li Tirkiyê ku di rewşa aborî ya herî qeyranî ya deheka vê dawiyê de ye, dikare komên din ên wek Kurdan jî ber bi kolanan ve kaş bike û aloziya li Tirkiyê  berfirehtir bike.

Serepeyv