Girtina Îmamoglû dawîn bizmara ser sindrûka demokrasiyê li Tirkiyê
Yek ji kesayetiyên bi nav û deng ê siyasî yê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de girtina şaredarê Stenbolê Ekram Îmamoglû û bi dehan hevalên wî şermezar kir û ev yek weke hewldanek ji bo tepeserkirina azadiyên siyasî li Tirkiyê bi nav kir.
Edhem Barzanî her wiha got: Bêguman ger em vê kiryarê di çarçoveya siyaseta desthilatdarên niha yên Tirkiyê de binirxînin, ev girtin dê bibe dawîn bizmara li sindrûka azadî û demokrasiyê li Tirkiyê û dê wijdanê hemû azadîxwazan biêşîne.
Wî tevî şermezarkirina vê girtinê ew wek hewildanek ji bo girtina pêşiya hevrikiyên siyasî û kontrolkirina desthilatê li Tirkiyê nirxand û hişyarî da ku ger Îmamoglû û evbriyên wî bi zûtî neyên azadkirin dê nerazîbûnên gelanî berfirehtir bibin û Tirkiye bikeve qonaxeke nû ya krîzê.