Karaîlan pêhişyarî da hikûmeya Tirkiyê
Adar 18, 2025 17:45 Asia/Tehran
Endamê Komîteya Cîbicîkar ê PKK`ê pêhişyarî da û peyamek da hikûmeta Tirkiyê herwiha ragihand pêwîst e hikûmeta Tirkiyê derfet bide Ocalan ji bo ku bikaribe pêvajoya hilweşandina PKK`ê birêve bibe.
Murad Karaîlan herwiha li bara axiftina wezîrê berevaniya Tirkiyê ku ragihandibû nabe PKK basa agirbesê bike û divê demlidest xwe hilweşîne, got, eger Tirkiye vî karî neke, pêvajoya aştiyê wê bixitime. Karaîlan vî yekî jî got ku Serederî û axiftinên wiha neguncaw in û dibine sedema têkdana pêvajoya çareseriyê û pêwîst e Tirkiye pêngavên pêwîst rake, em ji bo her îhtimalekê amade ne.