Girtina 34 karmendên şaredariya Stenbolê bi tawana dabînkirina aboriya terorîzmê
Adar 15, 2025 17:02 Asia/Tehran
Di çarçoveya lêkolînên têkildarî dabînkirina aborî ya Rêxistina terorîstî 34 kes ji wan şaredarê berê di operasyoneke berfireh li şaredariyên Şeşilî û Sarîyêrê girtin.
Di operasyona Serdozgeriya Stenbolê de 34 xebatkarên şaredariyê yên navçeyên Sarîyêr û Seşili yên Stenbolê bi hinceta piştgiriya aborî bo rêxistina terorê di navbera salên 2014-2016an da hatin girtin.
Yek ji kesên ku li Stenbolê hatin girtin jî qeymeqamê berê yê Taxa Sariyerê ye.
Ev kes bi piştgiriya aborî ya Partiya Rizgariya Şoreşger a Gelê Tirkiyê ku rêxistineke Marksîst-Lenînîst e, hatine girtin.