32 kes li Tirkiyê hatin girtin
Adar 11, 2025 14:30 Asia/Tehran
Polîsê Tirkiyê 32 kes ji pêrsonelên şaredariyên partiya Komarxwaz a Gel(CHP) ji wan şaredarê berê yê navçeya Sarîyerê girtin.
Polîsê Tirkiyê ragihand: Ev kesane li gorî fermana Serdozgeriya Stenbolê di çarçoveya dosiyeya piştevaniya pereyî ji rêxistinên terorîst de hatiye dayîn. Ev kes bi wê yekê tên tawanbarkirin ku di salên 2014 heta 2016’an de bi armanca alîkariya darayî ji rêxistina terorîst a Bereya Şoreşger û Azadiya Gel re gelek îhaleyên şaredariyan temam kirine.