Adar 10, 2025 16:41 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna berfireh a Elewiyên Tirkiyê dijî kuştina hemwelatiyên wan li Sûriyê

Rêxistinên Elewiyan li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Semsûnê kuştina elewiyan li Sûriyê protesto kirin.

Rêxistinên Elewiyan li Tirkiyê li bajarên curbicur ji wan Stenbol, Enqere, Îzmîr û Semsûnê kuştina sîstematîk a elewiyan li Sûriyê û cinayetên vê dawiyê yên hêzên Colanî li navçeyên elewînişîn yên vî welatî, protesto kirin.

Neraziyan bi  hilgirtina pankartên wekî Komkujiya Elewiyan li Sûriyê rawestînin û  qêrîna dirûşmeyên li dijî HTŞ û alîgirên wê, daxwaza  kiryara demlidest a civaka navdewletî ji bo rawestandina van cinayetan kirin.

Li Stenbolê jî dirûşmên Colaniyê qatil, hevdestê AKP'ê qêriyan.

Serokê Konseya Çandî ya  Elewiyan di kombûna neraziyan li Stenbolê de bal kişand ser rola hikûmeta Tirkiyê û hêzên din ên cîhanî bona piştgirîiya ji komên tundrew ên wekî HTŞ'ê  û got, HTŞ û Colanî bi piştgiriya emperyalîstên Welatên Rojava û alîkariya wan a leşkerî û aborî hatine ser desthilatê.

Serepeyv