Adar 09, 2025 17:32 Asia/Tehran
  • Daxwaza partiyên neyar ên Tirkiyê ji Erdogan

Partiyên opozosiya Tirkiyê ji Receb Teyîb Erdogan xwestin helwêsteke zelaltir li bara pêvajoya aştiyê bigire ber xwe û ev yeka li Meclisê were hilkolandin.

Partiyên opozosiyona Tirkiyê ser vê bawerê ne ku dibe Erdogan pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane bi kar bîne hema ji ber viya daxwaza vî yekî dikin ku mijara pêvajoya aştiyê di Meclisa wî welatî de were çareserkirin. Her du serokên opozosiyona Tirkiyê yanê Elî Babacan, serokê partiya DEVA`yê û Ehmed Dawûdoglû, serokê Partiya Dahatiyê di civînên firaksiyonên partiyên xwe di çend rojên buhurî de li ser pêvajoya aştiyê axivîne. Van du serokan ji Erdogan xwestine wek Dewlet Baxçelî, serokê MHP`ê, helwêsteke zelal bigire ber xwe ji ber ku ser vê bawerê ne helwêsta wî tam zelal nîne.

Serepeyv