CHP: Heke encama bangewzazîya Ocalan guherîna qanûna bingehîn a Tirkîyê be, em qebûl nakin
Cîgirê Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê wek berteka himber bangewazîya Ebdullah Ocalan serokê PKKê got ku heke ew bangewzîya bibe sedema guhertina qanûna bingehîn a Tirkîyê, em ê dijî wê derkevin.
Îlhan Uzgel Cîgirê Serokê CHP wek mezintirîn partîya dijberê hikûmeta Erdogan di hevpevînekê da got: Em jî dizanni ku pirsgirêka kurdan li Tirkîyê heye û divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Heke biryar e PKK çekan dayne û Ocalan jî bangewazîyeke wiha dide, em piştgirîyê didinê. Em dixwazin ku ev demajo bi awayekî zelal were şopandin; yanî meclis û partîyên beşdarê wê di çarçova qanûnê da li ser vê demajoyê werin agahdarkirin.
Cîgirê Serokê CHPê herwiha got: Ocalan dibêje ku divê PKK çekan dayne û xwe hilweşîne, lê heke ew di berdêla vê bangewazîyê da bixwaze ku xalên girîng ên qanûna bingehîn bên guhertin, em ê dijî wê derkevin.
Ji hêla din ve hinek çavkanîyan li Wezareta Berevanîya Tirkîyê îro ragihandin ku divê PKK û hemî çiqên wê kiryarên terorîstî rawestînin û xwe hilweşînin û herwiha çekên xwe jî bê mrc demlidest radest bikin.
Çavkanîyên hanê ji zarê Yaşar Guller Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihandin ku Enqere dê rê nede astengî bên derxistin an demajoya aştîya tev PKKê demdirêj bbie û nabe PKK bi hilêxistina mijarên fenanî agirbesê vê demajoyê aloz û gêj bike.