Êrişên Tirkiyê ser pêgehên PKK`ê li Iraq û Sûriyê
Tirkiye tevî daxwaza Ebdilah Ocalan, êrişên xwe yên dijî PKK`ê li Iraq û Sûriyê didomîne.
Wezareta berevaniya Tirkiyê îro ragihand hêzên çekdar ên vî welatî di hefteya buhurî de piştî daxwaza Ebdilah Ocalan, serokê girtî yê PKK`ê ji bo çekdanînê, 26 endamên PKK`ê li Iraq û Sûriyê kuştine.
Ocalan hefteya buhurî ji PKK`ê xwest çekên xwe dayînin û PKK`ê hilweşînin, vê partiyê jî roja Şemiyê demlidest agirbes ragihand. Zekî Aktûrk, berdevkê wezareta berevaniya Tirkiyê got: Hêzên çekdar ên Tirkiyê bona parastina welat û ewlehiyê, wê operasiyon û çalakiyên xwe yên ji bo lêgerîn û ramalînê li navçê berdewam bike. Berdevkê wezareta berevaniya Tirkiyê amajeyî vî yekî kir ku Enqere bi vîneka webirr, wê şerrê dijî terorîsmê bidomîne heta dema ku tenê terorîstek jî nemîne û ragihand ku çekdarên PKK`ê li Iraq û Sûriyê bêbandor bûne.
PKK`ê jî ragihandiye li gorî daxwaza Ocalan amade ye kongirê li dar bixe lê divê şert û mercên pêwîst ên ewlehiyê pêk werin.
Receb Teyîb Erdogan, serokomarê ATirkiyê jî roja şemiyê ragihandiye eger pêvajoya jiçekirina PKK`ê were sekinandin yan sozên ku hatine dayîn cih neyên, Tirkiye wê operasiyona xwe ya dijî vê partiyê bidomîne.