Tirkiye li ser sînorê Bakurê Sûriyê di rewşa şer de ye
Rayedarên amerîkî bi nîşandayîna dilnigeraniya xwe ji îhtîmala êrişa Tirkiyê ser hin navçeyên Sûriyê eşkere kirin ku Tirkiyê li ber pêknaîna operasyoneke leşkerî li dijî navçeyên Kurdnişîn li Sûriyê ye.
Rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journalê ragihand ku topxaneyên Tirkiyê ligel hejmareke zêde ji hêzên xwe yên leşkerî li nêzîkî Kobanî li bakurê Sûriyê hatine bicih kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk jî Tirkiyê berpirsê işkesta li agirbesteke mayînde li Minbic û Kobanî dane zanîn û gotine ku Tirkiye pêşiya derxistina şervanên di bin fermana xwe de ji herêmên kurdnişîn yên Sûriyê digre.
Çavkaniyên amerîkî gotine ku kiryarên Tirkiyê yên di hefteyên buhurî de derheq zêdekirina hêzan li ser sînorê Sûriyê dişibin kiryarên artêşa Tirkiyê bereberê êrişa sala 2019an ser bakurê rojhilatê Sûriyê ye.
Îlham Ehmed ji rayedareke kurd a Sûriyê jî gotiye ku operasyona leşkerî ya Tirkiyê muhtemel tê xûyanê .