Adar 01, 2025 22:10 Asia/Tehran

Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê wek berteka li himber daxûayniya vê dawiyê ya Rêberê PKK’ê Ebdullah Ocalan agirbes ragihand.

Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku li bersiva  daxwaza Ebdullah Ocalan,  ji îro pê ve agirbesê ragihînin û daxûyaniya Ocalan weke pêngaveke pir girîng dizane û rasterast  li himber v daxûyaniyê  berpirsiyar  e  û  li gorî  pêwîstiyên xwe dê pêngavan hilîne  û yê hewil bide  bi nêrîna siyasî ya demokratîk bigihêje armancên xwe. PKK her wiha ragehqandiye tevî ku her cure êrişa ku renge pêk were hêzên  vê partiyê dê dest bi operasyona leşkrî bike.

Hinek karzan  ev vexwendina Ocalan pêngaveke giring û dîrokî ne tenê   di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê  belku di tevahiya herêmê dizanin  ji ber ku PKK bi dehan hezar hêzên xwe bi salan bandor li alugurên Tirkiyê kiriye û artêşa Tirkiyê jî  bi behaneya serkutkirina  vê komê beşeke berfireh ji axa Iraq û Sûriyê dagîr kiriye.

Rayedarekî Îranî jî ragehand  ku danîna çekan pêngaveke erênî ye, lê divê were garantîkirin ku pirsgirêka kurd nebe bibe  amûrek ji bo pêkanîna dstûrkarên  aliyên biyanî.

Yekîtiya Ewropayê ji daxûyanî  Ocalan pêşwazî kir.

Îmran Kerkûş, Endamê hevalbendiya Dewleta Qanûnê jî wek berteka li himbr  daxwaza  Ocalan a ji bo bêçekkirina PKKê de got, ev daxwaz wek  deriyele rastîn e  û hemû behaneyan ji Tirkiyê distîne ku hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê berdewam bike.

Piştî belavbûna peyama Ocalan derbarê aştî û bêçekkirina PKKê, artêşa Tirkiyê 6 caran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.

Serepeyv