Sibat 28, 2025 16:55 Asia/Tehran
  • Berteka AKP'ê li hemberî daxûyaniya Ocalan

Efxan Eila Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê wek berteka li himberî daxuyaniya vê dawiyê ya Ocalan a li ser çekdanîn û hilweşandina PKK'ê de ev kiryar weke derfetek ji bo bidawîkirina pevçûnan da zanîn.

Efxan Eila,  Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê wek berteka li himberî daxûyaniya vê dawiyê ya  Rêberê girtî yê  PKK'ê Ebdullah Ocalan derbarê çekdanîn û hilweşandina partiya xwe, ev kiryar weke derfetek ji bo bidawîkirina pevçûnan  da zanîn.Wî tekez kir ku encamên vê pêvajoyê maye ser şêwaza bersiva vê komê  û kiryarên praktîkî di vê barê de. Di eynî demê de   Receb Teyib Erdogan  û rayedarên din ên payebilind ên hikûmeta Tirkiyê hîna  tu bertek nîşanî vê mijarê nedane.

Efxan Eila alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê derbarê  daxuyaniya Ocalan a vê dawiyê  ji bo çekdanîn û  hilweşandina PKK'ê de got: Esasê vê daxûyaniyê  bêçekkirin û bidawîkirina çalakiyên vê komê ye.. Emê li benda encamê bimînin û emê hilkolin ka gelo ev pêvajo dê ser; xwe bigire  yan na ? .

Serepeyv