Li Stenbolê 10 endamên CHPyê hatin girtin
Sibat 14, 2025 17:59 Asia/Tehran
Li Stenbolê 10 endamên meclisên şaredariyên CHPyê bi hinceta "endamtiya PKKyê" hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînek li ser 9 şaredariyên CHPyê yên Stenbolê vekiribû û bi hinceta ku "endamên PKKyê di rêveberiya şaredariyan de bi cih kirine" 10 kes desteser kiribûn.
Di nava wan 10 kesên de alîkarên serokên şaredariyên Kartal û Ataşehîrê jî hebûn.
Duh her 10 kes li Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê derketin pêşberî dadgehê û bi tohmeta "endamtiya rêxistina çekdar" hatin girtin.
Beşdariya wan a di protestoyên li dijî qeyûman de di îdîanameyê de wekî sûc hatiye diyarkirin.