Êrişên Tirkiyê ser bakur û bakur rojhilatê Sûriyê
Êrişên Tirkiyê ên ser bakur û bakur Rojhilatê Sûriyê dewam dikin
Hinek Çavkaniyên Sûriyê derbarê bombebarana bazarekê li navçeya Serîn ya parzêgeha Helebê ji aliyê xwefirên Tirkiyê ve agahî dan ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.
Gundê Hermelê li parêzgeha Hesekê û herêma Eyn Îsa jî ji aliyê Tirkiyê ve hatin gullebaran kirin ku di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
JI aliyê din ve leşkerên Rejîam Siyonîst bi dehan baregeh wêran kirin û kelûpelên artêşa Sûriyê talan kirin û 32 çeperên artêşa Sûriyê jî ji nav birin. Hevdem ligel bêdengiya civaka cîhanî û desthilatdariya nû ya Sûriyê, artêşa Rejîam Siyonîst alavên nû li baregehên xwe yên dagîrkerî li Sûriyê bi cih kirine.
Yesraîl Katz, wezîrê şer ê Rejîma Siyonîstî gotiye ku artêşa vê rejîmê ne tenê niyeta vekişîna ji navçên nû yên dagirbûyî yên Sûriyê tunîne.Belku helwêstên xwe li vê navçê bihêztir dike, lê belê desthilatdarên nû yên Sûriyê heta niha hema tenê nerazîbûna xwe li himber destdirêjiya Rejîma Siyonîst dane diyar kirin û weke mijareke biçûk bi vê mijarê re reftar kirine.Ji aliyê din ve, cinayeta li dijî kêmîneyan li Sûriyê berdewam in. Ev cinayet îdamkirina li çolê, şikencekirin û heqareta li olan, heqaret li xelkê, şewitandina cihên îbadetkirinê û malên xelkê, bombedanîn û destdirêjî li ser navendên pîroz yên mezhebî ye . Lê welatên cîhanê li hemberî van sûcan bêdeng in û heta berevanên mafên mirovan jî çavên xwe li ser wan girêdane û medyaya komî tu raportek li ser vê yekê naşînîn tu wê bêjî ku demokrasî, azadî û wekhevî li Sûriyê heye.