Sefera Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê bo Tirkiyê
Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê dema gihêşt Firokexaneya Navdewletî ya Enqerê got ku armanca vê seferê muzakireya bi rayedarên Tirkiyê re û hilkolandina rêketinên komîsyona hevpar a aborî ya her du welatan e.
Ferzane Sadiq dema gihêşt Firokexaneya Navdewletî ya Enqerê got: Di vê seferê de li gor civînên komîsyoan hevpar a aborî yên her du welatan û mijarên têkildarî xalên van civînan , her wiha rêketin û kiryarên di warên curbicur ên veguhestinê hinek muzakire tên kirin û hinek mijar dê bên hilkolandin.
Wezîra Rê û Bajarvaniyê ya Îranê paşê ji bo beşdariya li civîna hevahengiyê çû Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Tirkiyê .
Hevdîtina bi wezîrên Veguhastin û Bajaravaniyê yên Tirkiyê re bernameyên sefera Wezîra Rê û Bajarvaniyê yê Îranê bo Tirkiyê ne.