Şewata vê dawiyê, meydana nû ya dijberiya partiya desthilatdar û opozisyona Tirkiyê
Şewata vê dawiyê, li yek ji navendên xuşxuşokê li yên Tirkiyê ne tenê karesateke mirovî bû , belku bûye qada dijberiya siyasî ya di navbera partiya desthilatdar û opozîsyonê de.
Şewata kujer li navenda Xuşxuşokê ya Kartalkaya ya parzêgeha Boluya Tirkiyê ku di encamê de 78 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn bû sedema gurtirbûna nakokiyan di navbera Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar û Partiya Komarîxwza a Gel . Vê karesatê her wiha rexneyên berfireh derheq kiryara hikûmeta Enqerê li hember vê şewatê bi dû xwe re anî. Rêberên CHP rexne li rêveberiya krîzê û çavdêriyên ewlehiyê kirin û hikûmeta Erdogan tawanbar kirin ku standardên ewlehiyê û çavdêriya beşên geştiyariyê cih nayne.Wan herwiha rexne li nebûna amadekarî û sistbûna bersivdana hêzên alîkariyê li himber vê karesatê kirin.Rojnameya Cumhuriyetê jî di nivîsa xwe ya bi sernavê Partiya Dad û Geşepêdanê bi xwe felaket e nivîsiye:Di serdema Partiya Dad û Geşepêdanê de, çavdêriya ewlehiyê ser cihên giştî bû qadeke ji bo qezenckirina zêdetir.Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) jî bi daxuyaniyekê wek berteka li himber şewata hovane ya navenda Bulu de daxwaza îstifa û sizakirina berpirsên wê karesatê kir.