Daxûyaniya DEM Partiyê derbara hevdîtina digel Ocalan da
Taxima DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Bûldan û Sirrî Sureya Onder pêk hat, rojekî piştî hevdîtina bi Ebdullah Ocalan, serokê PKK`ê re li girtîgeha gelek emnî ya Îmraliyê, bi weşandina daxuyaniyekî basa ragihandina amadetiya wî ji bo hevkarî û muzakireyên bi hikûmeta Tirkiyê re kir.
Endamên taxima partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan, DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Ebdullah Ocalan re daxuyanî da û basa hêviya li çareserkirina pirsgirêkên heyî li Tirkiyê û amadetiya Ocalan ji bo muzakireya bi hikûmeta Tirkiyê re kirin.
Pervîn Bûldan û Sirrî Sureya Onder, duh piştî hevdîtineka di 4 saetan de bi Ocalan re, îro di daxuyaniyekî da ragihandin ku Ocalan piştî sersaxî da malbatên wan welatiyan ku ji ber şewata êşdar a li hoteleke Boluyê jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest, ragihandiye ku amade ye bi hikûmeta Tirkiyê re ji bo çareserkirina pirsgirêkan, muzakirê bike.
Taxima DEM Partîyê ya taybet bi hevdîtina digel Ocalan herwiha ragihandiye ku em wek lijneya Îmraliyê, dê xebat û têkiliyên xwe bidomînin û gelê Tirkîyê derheq demajjoya wan hevdîtinan û geşedanên nû agahdar bikin.