Çile 15, 2025 17:36 Asia/Tehran
  • Ocalan wê li Îmraliyê bimîne

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, li bara Ebdullah Ocalan, peyamek weşand û ragihand: Wê cezaya Ebdulah Ocalan ji zîndanê veneguhere hebsa li malê.

Rojnamevanê nêzî hikûmetê û Serokomarê Tirkiyê  Receb Teyîb Erdogan, Ebdulqadir Selvî, naveroka civîna Meclisa Serkirdayetiyê û parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) eşkere kir. Wî got pirsa rewşa Ebdullah Ocalan û îhtîmala serbestberdana wî yan jî guhertina cezayê hepsa wî bo hepsa limalê ji Erdogan hatiye pirsîn û Erdogan di bersiva vê pirsê de got: Tiştek wiha tine û Ocalan bi xwe jî naxwaze ji girtîgehê derkeve.

Li gorî gotina Selvî, Erdogan di vê civînê de daxwaz ji wezîrê dadê kiriye ku rewşa Ocalan bo xelkê zelal bike.

Serepeyv