Kanûn 30, 2024 16:15 Asia/Tehran
  • Îdiaya hukûmeta Tirkiyê ji bo pêşxistina navçeyên kurdnişîn yên vî welatî

Hikûmeta Tirkiyê îdia kir ku di çarçoveya plana 14 milyar dolarî de dixweze qelişta aborî ya di navbera navçeya kurdnişîn a başûrê rojhilat û navçeyên din ên welêt kêm bike.

Hevgavê tundbûna êrîşên Tirkiyê  ser  welatên Sûriyê û Iraqê bi hinceta   serkutkirina komên dijber ên kurd  û di halekê de ku  hêviyên jibo  bidawîhatina çend dehekan şerê  Enqerê bi PKKê re  pêk hatine, Hikûmeta Tirkiyê ragihandiye dixweze ku di çarçoveya planekê de ji bo  geşatiya navçeyên kurdnişîn ên vî welatî  hinek pêngavan bavêje.

Wezîrê Pîşesaziyê yê Tirkiyê li Rihayê li başûrê rojhilatê vî welatî got: Hikûmeta Erdogan wê di 198 projeyan de li herêmên Kurdnişîn bayê bi giştî 14,15 milyar dolarî xerc bike û ev plan wê heta sala 2028'an  cih were.

Di rojên derbasbûyî de, du parlemanterên Tirkiyê bo yekem car piştî deh salan bi rêberê hewskirî  yê PKKê Ebdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û çavkaniyên nûçeyan gotine Ocalan di vê hevdîtinê de gotiye ku ewê ji mîlîtanên PKKê bixwaze ku çekên xwe daynin erdê.

Hikûmeta Tirkiyê di van salên dawî de,bi hinceta şerê li dijî PKK’ê, rewşa ewlehiyê li piranîya navçeyên kurdnişîn yên wî welatî  cih aniye û  berdewam êrişî Îraq û Sûrîyê kiriye.

Serepeyv