Rewşa zarokên karker li Tirkiyeyê; Du mîlyon zarok di xizaniya tam de ne
Asoşêyted Prês di raportekê de li ser rewşa xizaniyê li Tirkiyê û encamên wê li ser zarokan, bal kişand ser zarokên hejar ên ku ji mafê xwendinê bêpar mane û ji bo debara jiyana xwe berê xwe dane geriyana nav kirs û kevalan.
Asoşêyted Prêsê di raporekê de ragihandiye ku daketina nirxa Lîrê Tirkiyê û siyasetên aborî yên bêkêr ku Receb Teyîb Erdogan, serokomarê vî welatî bi kar anîn lê piştî demeke kurt dest jê berda, bûye sedema zêdebûna zav a enflasyonê li Tirkiyê; Heta astekê ku gelek malbat di warê xercê xwarin û xaniyan de tûşî pirsgirêkê bûne û zarok jî neçar mane ji bo debara jiyana xwe bixebitin. Li gorî rapora hevpar a UNICEF û Saziya Amarê ya Tirkiyê, di sala 2023'an de ji 22 mîlyon zarokên li welêt nêzî heft mîlyon di nava xizaniyê de dijîn. Zarok ligel dê û bavên xwe li satilên kirs û kevalan da li dû lek û madeyên ku ji nû ve tên vezîvirandin digerin ta ku ji malbatê re hindek dahat bi dest bixin.
Malbat ji bo dabînkirina kiriya malan, dayîna fatûreyan û xerc û lêçûnên din ên bingehîn zehmetiyê dikişînin û bona dabînkirina cil, pirtûk û pêlavan ji bo zarokên xwe dikevin tengasiyê. Lê belê Erdoganê ku 20 salan berî nika hat ser desthilatdariyê, bernameyên civakî yên partiya xwe diparêze û îdia dike ku serdema qedexe, zext, bêparbûn û xizaniyê bi dawî bûye. Her çend hikûmeta Tirkiyê bi pêşkêşkirina amaran hewl dide enflasyonê li vî welatî veşêre, lê gelê Tirkiyê çendîn caran ragihandiye ku enflasyona rastîn ji amarên fermî yên hikûmetê gelek zêdetir e û alîkariya hikûmetê ji bo komên kêmdahat, ti bandoreka berbiçav di jiyana wan da tine ye. Pispor her wiha destnîşan dikin ku alîkariya hikûmetê têra bi milyonan welatiyên hewcedar nake û gelek dê û bav neçar in ku di navbera kirîna kincan ji bo zarokên xwe an dayîna kiriya malê da yekî hilbijêrin. Li gorî vê raporê, zarok di salên yekem ên jiyana xwe de ji xwendinê bêpar dimînin, bi îhtîmaleke mezin ji aliyê bedenî û xwendinê ve pêş nakevin û heta hetayê mehkûmê bêparkirinê dibin ku di temenê mezin de dê gelek dûhatên wê hebin.