Amarên dilnigeranker ên pîrbûn û kêmbûna zarokdarbûnê li Tirkiyê
Kêmbûna rêjeya zarokdarbûnê û amarên berovajî yên zêdebûna nifûsa Tirkiyê di asta kirîzê de ye û bûye sedema dilnigeraniya rayedar û civaka vî welatî.
Rêjeya zarokdarbûnê li Tirkiyê sedî 1.51 kêm bûye û ev yeka pêka navgîna sedî 2.32 ya rêjeya cîhanî rekorek tê hesabê.
Nifûsa kal û pîrên jorayî 65 salan li welêt sedî 10.2 derbas kiriye û pir metirsîdar e û ev tê wateya zêdekirina bûdceya pêwîst bo hişyarbûna li kal û pîran.
Mah Nûr Ozdemîr Goktaş, Wezîra Malbatê ya Tirkiyê bi weşandina rapora pîvanên nifûsê û bi amajeyî li kêmbûna rêjeya zarokdarbûnê û guherînên li nifûsê ragehand ku ev welata derbasî nava rewşa dilnigeranker a nifûsê bûye.
Mahinûr Ozdemîr Goktaş- Wezîra Malbatê ya Tirkiyê:
Di halekê de ku di sala 2014'an de hejmara zarokdarbûnê gihişt milyonek û 350 hezarî, Ev hejmar par (2023) daket 958 hezar kesî.
Hêza nifûsê wek pîvan û nîşaneya aktîvbûna bingehîn a Tirkiyê zirareke mezin dîtiye û reqem nîşan didin ku ji xeynî zêdebûna hejmara telaqê kêmbûna rêjeya zarokdarbûnê û hejmara zarokan, temenê yekem cara zewacê û jidayikbûna yekem zarok jî gihiştiye asta qeyranê.
Rêjeya zarokdarbûnê li Tirkiyê di van çar dehekên derbasbûyî de her ku diçe kêm dibe. Pirsgirêka pîrbûna nifûsa Tirkiyê ewqas cidî ye ku Erdogan, serokkomarê Tirkiyê li her mecalekê civaka Tirkiyê han dide ku zarokdar bibin.
Deh sal berê, wî digot ku divê her malbatek herî kêm sê zarok hebin niha ew di vê baweruyê de ye ku sê zarok kêm in ew divê pênc zarok hebin.
karzan di vê baweriyê de ne ku ger ev demajo bidome, hêza nifûsê û pêkhateya malbata Tirkiyê wek nîşana aktîvbûnê li vî welatî dê rastî pirsgirêkeke cidî were.