Kanûn 21, 2024 17:53 Asia/Tehran
  • Tirkîyê bi xwofirrê êrişî Hesekeya Sûrîyê kir

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Tirkîyê bi xwofirrê êrişî Hesekeya Sûrîyê kir.

Çavkanîyên haydar ragihandin ku Tirkîyê bi xwofirrê êrişî maşîneke HSDê li nêzîkî benzînxana Istiqame ya li derdora şarê Til Birakê li bakur- rojhilata Hesekê kir.

Berî vê êrişê jî di encama êrişa bi xwofirrê ya Tirkîyê ser şarê Kobanîyê da 2 nûçegîhan hatin kuştin.

Çavkanîyên xwecî dibêjin ku çekdar û terorîstên ser bi Enqerê bi çavdêrîya efserên MÎTê hewleke berfire ji bo ketina nav şarê Kobanîyê û serdestbûna l ivî şarê Sûrîyê dest pê kirine.

Tirkîyê di van salên dawîn da gellek herêmên axa Sûrîyê dagir kirîye û vê dawîyê jî hewla ji bo kontrolkirina hemî şarên ser sînorê Sûrêyê û wî welatî giran kirîye. 

Serepeyv