Pêgîriya Daniş Bektaş li ser pêwîstiya bidawîanîna êrişên Tirkiyê ser Sûriyê
Di dewama xwenîşandanên li Tirkiyê da Meral Daniş Beştaş, berdevka Kongireya Demokratîk a Gelan, pêgîrî kir bi berçavgirtina rewşa Sûriyê, pêwîst e Tirkiye êrişên xwe ser axa Sûriyê bi dawî bîne.
Di xwenîşandana îro Îniyê ya Enqerê da, Meral Daniş Beştaş, berdevka Kongireya Demokratîk a Gelan ragihand, peyam û armancên vê xwenîşandanê domdar a Diyarbekir, Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê ku gihîştiye Enqerê, divê bigihîje guhê hemû 85 mîlyon nifûsa Tirkiyê, ew jî eva ye ku xelkê Tirkiyê dijî her şerxweaziyekî ye ji ber ku her derengmayînek li ser bidawîanîna vê pevçûnê derbeyekê li baweriya giştî ya xelkê Tirkiyê dixe.
Daniş Beştaşê pêgîrî kir ku êrişên ser navçeyên kurdtêde yên Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ne tenê derbê li xelkê vê navçeyê dixe, belke berbendên nû ji bo çareserkirina qeyranên Tirkiyê pêk tîne. Wî xitabî hikûmeta Tirkiyê got: Bi êrişa bi xwefiran û kuştina welatiyên sûrî, meriv nikare meselên nav Tirkiyê çareser bike. Dema wê hatiye ku em hemû di rêya aştî û demokrasiyê da pêngavan rakin.