Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbasî Şamê bû
Kanûn 12, 2024 17:15 Asia/Tehran
Desteyeke fermî ya dewleta Tirkîyê bi serokatîya Wezîrê Karên Derve yê vî welatî derbasî Şamê bû.
Di vê desteya dewleta Tirkîyê da ku bi serokatîya Hakan Fîdan seredana Şamê kirye, Ibrahîm Kalin Serokê MÎTê jî cî digire.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan vê dawîyê piştî serdestbûna çekdarên neyar li Şamê, bal kişand ser vê yekê ku Enqere dixwaze Sûrîyeya nû digel cînaran hevaheng be û tekezî ser amadebûna ji bo dayîna alîakrîyê ji bo pêkhatina vê armancê kiribû.
Ev di halekî da ye ku Tirkîye bi aşkirayî hevdestê Israyîl û Amerîkayê ye û digel rejîma Israyîlê û Amerîkayê sêkoşeya ûerûtîyê li herêmê pêk anîne. Herwiha ji ber piştgirîya Tirkîyê ji komên curbicur ji wan komên ser bi Al Qaideyê, siberoja Sûrîyê nezelal e.