Serokê CHPê: Dema hilbijartinên pêşwext e
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê(CHP), Ozgur Ozel, peyama hilbijartinên pêşwext ragihand û bi tundî rexne li siyaseta aborî ya wî welatî girt.
Ozel di serdana xwe ya Belçîkayê de siyaseta aborî ya Tirkiyê rexne kir û ragihand: Destpêka îsal nirxê çayek pênc lîre bû, lê niha bûye 10 lîre û piraniya pêdiviyên din ên rojane biha bûne, lê mûçe kêm bûne.
Serokê CHP`ê axaftina xwe ji bo gihandina peyameke siyasî bi kar anî û got: Niha dema bangewaziya hilbijartina pêşwext hatiye, ji ber ku CHP piştgîriya daxwazên welatî, malnişîn, karker, cotkar û karsazan dike û em ê dengên ku di hilbijartinên dawî de ji dest dane, bi dest bixin.
Serokê CHP`ê got: Dema ku hikûmeta niha di sala 2002`an de hat ser kar, sozên mezin dabûn malnişînan û xelkê Tirkiyê ku ew ê ti carî nehêlin enflasyon pêk were, lê niha mûçeyên herî kêm, bêkarî û qeyrana darayî, malnişîn xistine tengasiyê.