Mijdar 30, 2024 18:33 Asia/Tehran
  • Nerazî axiftina Erdogan têk dan

Di dema axiftina Erdogan di civînekî li Stenbolê da neraziyan axiftinên wî têk dan û nehîştin biaxive û ji ber dewama veguhestina nifta xaw bo Îsraîlê rexne li wî kirin.

Nerazî gotin tevî boykotên Tirkiyê dijî Rejîma Siyonîst di meha Gulanê da, Enqere hîna veguhestina nifta xaw bo vê rejîmê didomîne. Neraziyan Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, tawanbar kirin ku serederiyên newekhev hene û durûtiyê dike û hemû bi hev re qêriyan: Siyonîst operasiyonên xwe yên li bender û deryayên me didomînin, gemî bombeyan dibine Xezzê.

Ev yeka nerizamendiya ber bi zêdebûnê ve ya ji ber kiryarên Tirkiyê li bara Rejîma Siyonîst berbiçav  kir. Ev nerizamendî herwiha di germegerma tawanên li ser veguhestina madeyên teqandinê ji benderên Tirkiyê ji bo Rejîma Siyonîst û herwiha raporên nû pêk hatin ku radigihînin şandina barên niftê ji bendera Ceyhan a Tirkiyê hîna jî ber bi Rejîma Siyonîst ve berdewam e.

Serepeyv