Mehmûd Arîkan bû serokê nû yê Partiya Seadetê
Di 9-emîn kongreya mezin a Partiya Seadetê de Mehmûd Arîkan nûnerê Qeyseriyê bi 823 dengan wek serokê nû yê vê partiyê hat hilbijartin.
Di Nehemîn KOngireya mezin a Partiya Seadetê de Mehmûd Arîkan bi dengê piraniya endamên partiyê weke serokê nû yê Partiya Seadetê hat hilbijartin. Di vê kongreyê de ku li hola Sporê ya Ataturk bi amadebûna zêde ya endam û nûneran hat lidarxistin,du berbijarên sereke ji bo serokatiya partiyê hevrikî kirin.
Serokatiya Partiya Seadetê ragihand ku Mehmûd Arîkan nûnerê Qeyseriyê û cîgirê serokê partiyê bi piştgiriya 741 nûneran û Bîrol Aydîn, Berdevkê partiyê û Nunerê Stenbolê wek namzedên serokomariyê hatin destnîşankirin.
Di vê navberê de serokê berê yê partiyê Mustafa Kamalak tenê 36 deng bi dest xist û ji namzetiyê vekişya.
Mehmûd Arîkan di sala 1977an de li Qeyseriyê ji dayik bû û li zanîngeha Ercîsê beşa endezyariya avahîçêkirinê dersa xwe qedandiye. Arikan ji xeynî çalakiya li warê bazirganî û endazyariya avahîçêkirinê bi çalakiyên di warê civakî û siyasî jî hebûne.