Girtiyên li Mêrdînê bi işkencê ra rûbirû bûne
Encumena mafzanên Azadiyê li Mêrdînê ragehand ku Girtiyên nerazîbûnên vê dawiyê li vî bajarî rastî îşkenceya cinsî û zextên ji bo alîkariya bi darê zorê hatine.
Li demajoya nerazîbûnên têkildraî ji karderxistina şaredarên bijarte yên ji aliyê xelkê ve li Mêrdînê, gelek raport derbarê binpêkirina qanûnê li girtîgehên Tirkiyê hatine belavkirin. Li gorî gotina Luqman Êmin Hevserokê Encumena mafzanên Azadiyê li Mêrdînê kesên girtî di bin zext û gefên cinsî de ne. Nerazîbûnên ku ji 4’ê Mijdarê ve dest pê kiribûn ji nerazîbûnên li himber danîna qeyûman ji bo şaredariyên hilbijartî ji aliyê gel ve li bajarên Mêrdîn, Batman û Xelfetî ku tijî bûye ji serkutkerî û binpêkirina mafên mirovan.
Êmin ragehand ku li van nerazîtiyan, polîsan bi ser malan de girtin û zêdetirî 30 kesa ji wan zarokek desteser kirin. Ewî her wiha got ku girtî di bin zext û zorê de ne ku agahîyan li ser kesên din ku beşdarî xwenîşandanan bûne, bidin û rastî gefên cinsî û îşkenceya dem dirêj û giran hatine.