Mijdar 15, 2024 18:23 Asia/Tehran
  • Bêhêvîbûna sedî 40`ê xelkê Tirkiyê ji partiyên siyasî

Qeyrana aborî û dijwarbûna dabînkirina debara jiyanê, bûne sedem heta para zêde ya welatiyan, hêvî û palpiştiya li partiyên siyasî bona çareserkirina pirsgirêkan û derbasbûna ji qeyranê ji dest bidin.

Qeyrana aborî ya li Tikriyê hîna jî didome û her Dolareka Amerîkayê hin nemaye ku bibe 35 Lîre. Di vê rewşê da encamên rapirsiyekî di 26 parêzgeh ji 81 parêzgehên Tirkiyê nîşan didin ku welatiyên vî welatî qet hêviya wan ne li hikûmeta Erdogan û partiya desthilatdar û ne jî li partiyên neyarê hikûmetê re nemaye.

Encamên vê rapirsiyê nîşan didin nêzî sedî 40`ê welatiyên Tirkiyê gotine ku ti hêviya wan tine ku rewşa vî welatî baş bibe.

Vê rapirsiyê herwiha nîşan daye ku nîvê xelkê Tirkiyê, ti hêviyek tinene ku qeyrana aborî ya vî welatî çareser bibe.

Serepeyv