Mijdar 12, 2024 18:45 Asia/Tehran

Konseya Ewropayê û Zêrevanê Mafên Mirovan wêdebirina şaredarên kurd li hinek navçeyên Tirkiyê ji aliyê hikûmeta vî welatî û danîna qeyûman li dewsa wan şermezar kirin.

Hikûmeta Tirkiyê  di van salên derbasbûyî de bêyî berçavgirtina encamên hilbijartinên herêmî û serketina berbijarên Kurd di hilbijartinên şaredariyan de, carnan hejmarek ji van şaredarên Kurd bi hincetên weke piştgiriya ji terorîzmê û têkiliya  bi PKKê re, ji kar derxistin û di van rojên dawî de 4 şaredarên kurd ên navçeyên kurdnişîn ên Tirkiyê ji wan Êlih, Şanli Ûrfa û Mêrdînê  bi biryara Wezareta Karên Hundir ji  kar hatin derxistin û çar karmendên wezaretê li şûna wan wek çavdêr an jî qeyûm hatin diyarkirin. Konseya Ewropayê û Zêrevanê Mafên Mirovan derxistina şaredarên kurd ên bijarte yên Tirkiyê ji aliyê hikûmeta vî welatî û danîna qeyûman li şûna wan şermezar kirin.

Hukûmeta Tirkiyê van  şaredarên kurd ku girêdayî Dem Partîyê bûn bi tawana girêdayîbûna bi PKKê re ji kar derxistin û li şûna wan kesên  xwe li ser kursiyên şaredariyên navçeyên kurdnişîn yên vî welatî daniye.

Konseya Ewropayê di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe ya kûr li hember vê kiryara hikûmeta Tirkiyê nîşan da û Marok Kolz serokê kongireya desthilatên herêmî  ya  Konseya Ewropayê dilnigeraniya xwe  derbarê vê mijarê da diyar kirin  û wêdebirina şaredaran û  danîn akesên ser bi hikûmetê li şûna wan weke metirsiyek li ser demokrasiya herêmî li Tirkiyêda zanîn.

Serepeyv