Divê Tirkiye şandina nifta Komara Azerbaycanê bo Rejîma Siyonîst rawestîne
Rêvebirê Televîzyona Quds TV" ya Tirkiyê got: Divê hikûmeta vî welatî şandina nifta Komara Azerbaycanê bo Rejîma Siyonîst rawestîne.
Nûredîn Şîrîn di hevpeyvînekê de bi tekeizya ser wê yekê ku divê her welat bi taybetî welatên îslamî erkên xwe li himber mesela Filistînê cih bînin, got:Divê nifta ku Komara Azerbaycanê bi rêya Tirkiyê ji Rejîma Siyonîst re dişîne, bi zûtirkê were rawestandin ji ber ku di rewşeke wiha de ku di dîrokê de jînosaydeke bêmînak di halê pêkhatinê de ye, ti welatekî îslamî nikare çavên xwe li ser kiryarên bi vî rengî de girêde.Vî çalakvanê medyayî yê Tirkiyê got: Şandina niftê bo Rejîma Siyonîst û ev piştevaniya lojîstîk ji wê rûreşiyeke mezin e. Em misilmanên Tirkiyê vê yekê wek rûreşiyekê dizanin ku nayê efûkirin.
Wî got: Asayîkirina peywendiyên digel Rejîma Siyonîst, peywendiyên bazirganî bi vê rejîmê re û şandina rojane ya niftê bo vê rejîmê weke rûreşiyeke mezine a ku nayê baxişînê.