Hebûna 10 hezar leşkerên Tirkiyê li nav artêşa Îsraîlê
Hebûna 10 hezar leşkerên Tirkiyê li artêşa Îsralê û evkariya li dagirkirina Xezzeyê û ragehandina kuştina 65 leşkerên Tirkiyê li şerê Xezeyê bi awayekî berfireh deng vedaye.
Piştî ku televîzyona kanala El-Cezîreyê di raporekê de ragehand ku zêdetirî deh hezar leşkerên Tirkiyê di nav refên artêşa Îsraîlê de ne ku 4000 kes ji van hêzana di halê şerê dijî gelê Filistînê ne û 65 kes ji wan hatine kutin, vê nûçeyê bi awayekî berfireh di nav medya û raya giştî ya Tirkiyê de deng vedaye.
Eva di halekî de ye ku dewama rola Tirkiyê li navbeynkariya jibo veguhestina nifta Azerbaycanê bo erdên dagibûyî ji bendera Cêyhanê rastî rexneya tund a gelê Tirkiyê hatibû û helbet Erdogan bêyî ku bala xwe bide ser xwesteka gelê Tirkiyê derheq qutkirina peywendiyan bi rejîma Siyonîst re, di vê midehê de bi tenê duruşmeya dijberiya li himberî Rejîma Siyonîst diavêt û bi qewlê partiyên îslamxwza ê Tirkiyê di vê midehê de Erdogan bi gur re dixwer û bi xwedî re jî şîn dikir.