Cotmeh 26, 2024 16:56 Asia/Tehran

Artêşa Tirkiyê wek berteka li hember êrişa bi çekan a li Enqerê ku di encama wê de 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn, careka din êrişî pêgehên PKK li bakûrê Iraqê kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê da ragihand ku balafirên cengê yên vî welatî îniyê bi şev ji bo cara duyem a lidûhev êrişî 34 binkeyên PKK li navçeyên Şingal, Xakurk, Gare û Qendîlê li bakûrê Iraqê kir û hejmarek ji endamên vê komê jî kuştin.

Di dewama daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê da hatiye: Bi dû êrişa li Enqerê, heta nika 120 binkeyên PKK li Iraq û Sûriyê bûne hedef û herwiha di encama van êrişan da 176 kes jî bi gumana endametiya li PKK di encama operasiyonên curbicur ên li Tirkiyê da hatine girtin.

Li gorî vê raporê ev êriş û girtin piştî wê pêk hatin ku roja Çarşemiyê du kesên çekdar êrişî Avahîya Pîşeyên Hewayî ya Tirkiyê li Enqerê kirin ku di encamê da 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn. 

Serepeyv